Serok Mam Celal kilîda çareseriya pirsgirêkan û parêzvanê aştî û demokrasiyê bû

  2022-10-03 17:23      386 Car hatiye dîtin        Şîrove
Merasîma pênchemîn salroja koça dawî ya Serok Celal Talebanî bi beşdariya serkirdeyên Kurdistan, İraq û nûnerên welatan hat lidarxistin

Merasîma pênchemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal ku Weqfa Serok Celal Talebanî lidarxist, îro (03-10-2022), li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna hejmarek zêde ji serkirdeyên Herêma Kurdistan û İraqê û balyozên welatan hat lidarxistin.

Di merasimê de rêveberê Weqfa Serok Celal Talebanî, Dr. Muhamed Sabîr di axavta xwe de armanca damezrandina weqfe ji bo amadevanan vegot û ragihand ku armanca wan pêşxistina civakên Herêma Kurdistan û İraqê ye. Ji bo vê yekê jî ewê belge û dokumantên Serok Mam Celal yên li paş xwe hiştiye bikin arşîv û derfetê ji bo lêkolînên zanistî durust bikin û ji bo pêşxistina çand û hunerê kar û çalakiyan lidarxbixin.

Serpereştyarê Sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad Talebanî bi navê binemala xwe û Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gotarek pêşkêş kir û da zanîn ku Serok Mam Celal hemû temenê xwe ji bo aştî, azadî, mafên mirov, yeksanî û demokrasiyê li Herêma Kurdistan û İraqê terxan kiriye. 
Qubad Talebanî, ragihand ku Mam Celal tecrubeye, xwendingeh û felsefeye; prensîpên Mam Celal ku diyalog, lihevtêgîhiştin û bihevrejiyane, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji hemû deman zêdetir pêwîstiya Herêma Kurdistan û İraqê pê heye û hemû alî bihevre dikarin bi ser arîşeyan de zal bin.

Di merasîmê de Serokkomarê İraqê Dr. Ehmed Berhem Salih, Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarên xwe pêşkêş kirin. 
Di gotarên xwe de serinc kişandin li ser rewşa ku paş wefata Serok Mam Celal li İraqê durust bûye û ragihandin; Serok Mam Celal di proseya siyasî û avadankirina İraqa nû de rolekî bêhempa gerandiye û berhevkerê hemû hêz û aliyên siyasî bûye ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîzan. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî