Referandûm ne mulkê çi kes û aliyekî ye, Gelê Kurdistanê ji bo siberoja xwe kir
2022-09-25 14:38     261 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Serokê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî ji bo salroja Referandûma Serbixweyiya Kurdistanê
Îro salroja Referandûma Gelê Kurdistanê ye; ew referandûma hemû xelkê Kurdistanê bi bê cûdahî beşdarî kir û di proseyekî demokratî de dengên xwe ji bo serbixweyiya Kurdistanê dan.
Referandûm ne mulkê çi kes û aliyekî ye, Gelê Kurdistanê kir û ji bo siberoja gelê me jî bû.
Ji bo min şanaziyek bê sînorê, yek ji rojên xweş yê dîrokî jiyana min ku serpereştîkirina referandûmê li Kerkûk û navçeyên me yên Kurdistanî wek erkekî niştimanî û neteweyî bi min hat sipartin. Di bûyerekî dîrokî û degmen de xelkê Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, dengên xwe dan û Kurdistaniya wan navçeyan selmand in.
Di vê roja pîroz de pîrozbahiyê li hemû Gelê Kurdistanê dikim û weki herdem em teqez dikin ku gelê me gelekî bihevrejiyana aştiyaneye û em dixwazin mafê destûrî û demokratîk pêk bînin.
Serokê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Kosret Resûl Elî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir