Aliyên siyasî ji bo diyarkirina roja lidarxistina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê civiyan

  2022-08-10 20:51      128 Car hatiye dîtin        Şîrove
Danezana encamê civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û nûnera Neteweyên Yekgirtî (NY)

Bi beşdariya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li İraqê Jeanine Plasschaert, serkirdeyên aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê civiyan. Gotûbêj li ser diyarkirina roja hilbijaritnên Parlemantoya Herêma Kurdistanê û rakirina astengiyên li pêşiya hilbijartinê hat kirin.
Teksta danezanê:
Îro (10-08-2022), bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna nûnera taybet ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ya li İraqê Jeanine Plasschaert, civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanî, derbarê hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê de hat lidarxistin. 
Di destpêka civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axavta xwe de spasî Jeanine Plasschaert û aliyên siyasî kir ji bo bi erenî bersivdana vexwandina Serokatiya Herêma Kurdistanê û hêvî xwast, aliyên siyasî li ser diyarkirina dema hilbijartinan û çareserkirina arîşeyan bigihêjin lihevtêgîhîştinekê. Hevdem, teqez li ser giringiya hilbijartinê kir ji bo Herêma Kurdistanê û got: “Paşdeketina hilbijartinê ziyanê bi nav û pêgeha Herêma Kurdistanê digihînê”.
Jeanine Plasschaert jî di axavta xwe da serinc kişand li ser giringiya lihevkirina aliyan bi lihevtêgîhiştinekê li ser pirsa hilbijartin û diyarkirina dema lidarxistina wê û hemû piştgiriyekî Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo serxistina vê proseyê anî zimên. Teqez li ser wê yekê jî kir ku divê bilez bigihêjin encamekê, çunkî dema zêde liberdest nemaye.
Piştî ku Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir rapora lijneya erkdarkirî ya serokatiyê ji bo pirsa hilbijartinê pêşkêş kir; aliyên siyasî jî nerînên xwe derbarê wê de anîn zimên û spasî serokatiya Herêma Kurdistanê kirin ji bo hewlên wan yên bi armanca komkirina aliyên siyasî. Herwiha, berdewamiya civîn û gotûbêjan jî bi erênî nirxand in. 
Di dawiyê de biryar hat dayîn, destpêka heyva Îlona bê de civîna dawîn ji bo yekalîkirina tev mijarên peywendîdar bi hilbijartin û çareserkirina pirsgirêkên pêşiya vê proseyê bê lidarxistin. Heta wê demê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bi hevkariya tîma pispor a UNAMI dê di gotûbêj û amadekariyan de berdewam bin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî