Kodengî û yekhelwestiya Kurd giranbuha hat zanîn

  2022-08-09 14:21      46 Car hatiye dîtin        Şîrove
Endamê Polîtburaya YNKê Emîn Babe Şêx pêşwazî li Sekreterê Partiya Rizgariya Kurdistanê kir

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, îro (09-08-2022), li Silêmanî, pêşwazî li Sekreterê Partiya Rizgariya Kurdistanê Rêkar Ehmed û wefda pê re kir. 
Di hevdîtinê de ku endamê Civata Serkirdayetiya YNKê Salar Serhed Xelîfe jî amade bû; gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û İraqê û pirsgirêkan hat kirin ku bandora xwe li Rojhilata Navîn dike. 
Herdu alî hevra bûn li ser kodengî û zêdetir lihevnêzîkbûna aliyên Kurd û yekhelwestiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Bexdad ê. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî