Pêwîste bi berpirsyarî serederî ligel rewşa heyî bê kirin

  2022-08-07 20:57      66 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK û Partiya Komela Dadgerî civiyan

Wefdekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya endamê polîtburoyê Emîn Babe Şêx, îro (07-08-2022), li Silêmanî, serdana Komela Dadgerî a Kurdistanê kir û ji aliyê endamê civata bilind ya wê partiyê Mihemed Hekîm Cebar vê pêwazî lê hat kirin. 
Di civînê de gotûbêj li ser bûyer û pêşhatên siyasî yên İraq û Herêma Kurdistanê hat kirin û astengiyên rastî İraq, Herêma Kurdistan û Rojhilata Navîn bûne hatin nirxandin. 
Herdu alî hevra bûn ku pêwîste pirsgirêk bi rêya danûstan û destûrê bên çareserkirin û teqez kirin ku hewceyê aliyên Kurd di vê qonaxê de hemhelwest û kodeng bin li ser hemû arîşeyan û bi berpirsyarî serederiyê ligel rewşê û bûyeran bikin. 
Herdu aliyan aşkere kirin ku her destpêşxeriyeka ji bo aramkirina rewşa siyasî ya niha erenî dinirxînin ku di berjewendiya Gelê Kurd û mafên wê yên destûrî de be. 
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî