Amerîka daxwaz dike danûstanên Hewlêr – Bexdadê destpê bike

  2017-12-14 21:10      659 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyivdara Wezareta Derve a Amerika Heather Nauert

Wezareta Derve a Amerîka, hêvî dike ku danûstanên Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina nakokiyan destpê bike.
Peyivdara Wezareta Derve a Amerika Heather Nauert di civîna heftiyanê a rojnamevanî de ragihand; Waşînton bi berdewamî peywendiyeke baş bi herdu aliyan re heye û got: “Waşinton hana Bexdad û Hewlêrê dide ji bo dest bi gotûbêjê bikin û bigihêjin encamekî berhemdar. Amerîka hana hikûmeta Iraqê dide ji bo destûrê li welatê xwe cîbicî bike.”
Herwiha, aşkere kir ku Waşînton di çarçoveya destûra Iraqê de piştevaniya Kurdi dike û eger, herdu alî pabend bin, vêca piraniya daxwazên Kurd dê pêk were. 
puknow
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî