Divê hewlên parastina Kurdên Êzdî û warên wan zêdetir bên xurtkirin
2022-08-02 18:18     206 Car hatiye dîtin      Şîrove
Armanca YNKê berdestkirina jiyanekî asûde û aramiye ji bo Kurdên Êzdî
Di bîranîna salroja karesata jenosîda kur dên Êzdî û êrişên bo ser navçeya Şengalê de em bejna xwe ji bo qurbaniyên wê diçemînin ku heşt sal beriya niha ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat kirin.
Di vê bîranîna karesata dilsoj de ligel rizgarkirina wan navçeyên hanê ji zulm û zordariya çekdarên DAIŞê, beşek ji wan kesên bi dîl û wek kenîzek hatibûn revandin hatine rizgarkirin û azadkirin.
Hewl û bizavên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo wê yekêye, hewlên hemû aliyan bi hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û aliyên Kurdistanî û İraqiyan xurtir bikin ji bo dîtin û soraxî wan kesên ku ji dema rûdana karesatê û virve aqûbeta wan ne diyare. Herwiha, karê ciddî bê kirin bi armanca zêdetir avakirina gund û bajarok û cîhên niştecîbûnê yên Êzdiyan û rizgarkirina wan ji jiyana kamp û awareyî û bikaranîna wan wek kartê siyasî ji bo armancên cûrbicûr. YNK dixwaze jiyanekî asûde û aram ji bo wan berdest bike, kar û deshilata hêja li dezgehên rêveberiyê de bi wan bê dayîn, da ku birîn û êşa dem û rojên karesata bi serê wan de hatiye sarêj bibe.
Erkekî din ku li ser milê me hemûyane ewe ku hewlên parastina Êzdiyan û warên wan zêdetir bên xurtkirin, da ku ji her gef û êrişekî din ku bibe metirsî li ser jiyana wan bên parastin.
Politburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
MMS
Babetên zêdetir