Ateşgeha Aştî ya Hemezûrî a Zerdeştiyan hat vekirin

  2022-06-22 23:28      63 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ateşgeha Aştî Hemezûr a Zerdeştiyan bi merasîmekê hat vekirin


Îro (22-06-2022), bi merasîmekê bi amadebûna Endama Desteya Rêveber a Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed, Ateşgeha Aştî ya Hemezûrî a Zerdeştiyan li bajarê Silêmaniyê hat vekirin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed, pîrozbahiya vekirina Ateşgeha Aştî ya Hemezûrî li amadevanan kir û ragihand ku Silêmanî bajarê rengên cûda cûdaye û xelkê wê jî bi cûdahiya bîrûbawerî û nerînan bihevre di nêv aştiyê de dijîn û got: “Vekirina vê ateşgehê jî selmênerê zêdetir yê giyanê bihevrejiyan û yekûduqebûlkirinêye ku bajarê bajaran pê tê nasîn. 
Zerdeştbawerên Ateşgeha Aştî a Hemezûrî jî beramber piştgiriya Şanaz Îbrahîm Ehmed wek wefa û rêzgirtinê ji bo helwesta wê ya dilsoz û xemxweriyê, rêzgirtinek taybet pêşkêş bi wê kirin. 
Puknow
MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî