YNK dixwaze Kurd bi yekdengiyekî Kurdistanî beşdariyê di danûstanên pêk anîna hikûmetê de bike
2022-06-17 20:11     68 Car hatiye dîtin      Şîrove
Derbaz Kosret Resûl pêşwazî li Balyoza Amerîka ya li İraqê kir
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl, duhî (16-06-2022), li Hewlêrê, pêşwazî li Balyoza Amerîka ya li Bexdad Elîne Êl Romenawskî kir.
Di hevdîtinê de Derbaz Kosret Resûl pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyoza Amerîka kir û hêviya serkevtinê ji bo wê xwest.
Herdu aliyan bi hurgilî rewşa İraqê û hewlên pêk anîna hikûmeta nû a İraqê nirxandin û pêk anîna hikûmetekî xizmetguzar giring zanîn.
Derbaz Kosret Resûl nerîna YNKê anî ziman û ragihand; YNK rijde li ser pêk anîha hikûmetekî niştimanî ya İraqî ku tev hêz û alî beşdar bin û bingeha wê pêk anîna hikûmetekî xizmetguzar û cîbicîkirina daxwazên hemwelatiyan be.
Derbaz Kosret Resûl, got: “Wek YNK ji destpêkê ve me ragihandiye ku em dixwazin Kurd bi yekdengiyekî Kurdistanî beşdariyê di danûstanên pêk anîna hikûmetê de bike û em hemû bihevre berevaniyê li mafên destûrî û neteweyî yên Gelê Kurd bikin”.
Herdu aliyan, bi hûrgilî gotûbêj li ser rewşa Herêma Kurdistan û peywendiyên aliyên siyasî jî kirin û nerînên xwe anîn zimên.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir