Hikûmetekî bihêz bi beşdariya hemû netewe, pêkhate û baweriyan pêk tê

  2022-06-16 14:00      85 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlonê Reyan Kildanî

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, duhî (15-06-2022), li Bexdadê li Mala Mam, pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlonê Reyan Kildanî kir. 
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî, ronahî xist li ser pêşkevtinên dawîn û hewlên ji bo pêk anîna hikûmeta nû a İraqê û got: “Eger em bixwazin hikûmetekî bihêz ava bikin û serweriya welêt biparêzin, wê demê pêwîste hemû netewe, pêkhate û baweriyan liber çavan bigrin û hewceye rola wan di hikûmetê nû a İraqê de hebe. Taybetmendiya İraq bi vî awayî ye û divê rêz li hemû aliyekî bê girtin.
Derbarê çareserkirina pirsgirekan û rizgarkirina İraqê ji rewşa nexwastî ku jê derbaz dibe de Bafil Celal Talebanî, ragihand ew wek YNKê her ji destpêkê ve ligel lihevkirin û lihevtêgîhiştinê bûne û baweriya wan bi zimanê gotûbêjê hebû ye; çunkî ew di wê baweriyê de ne, ev yek tekane çareseriye û divê hemû alî bihevre hewlên berpirsyarî û niştimanîyê bidin ji bo bikaribin bi ser hemû pirsgirêkan ve zalbin. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî