Qubad Talebanî serdana nivîser û wergêrê mezin yê Kurd Ezîz Gerdî kir

  2022-06-05 20:11      124 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qubad Talebanî li nexweşxaneyê serdana nivîser û wergêr Ezîz Gerdî kir

Cîgirê Serokwezîr û Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî, iro (05-06-2022), li Hewlêre, serdana nîvîser û wergêrê mezin yê Kurd Ezîz Gerdî kir.
Qubad Talebanî di navnîşan xwe ya tora civakî feysbûkê de wiha nivîsandiye:
“Min, îro, serdana nivîskar û wergerê mezin yê Kurd Ezîz Gerdî kir. Ew pênûsa rind bi bê çi çavervaniyekê hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina ziman û wêjeya Kurd terxan kir. Bi rêya wergêranê berhemên granbuha yên edebiyata cîhanî, pirtûkxaneya Kurd dewlemend kir”.
“Ew xema ziman û wêjeya netewa xwe dixwe. Niha jî netewa wî bi heman endazeyê  di xema tenduristiya wî de ye”.
“Hêviya zû başbûn û laşsaxbûnê ji Dr. Ezîz Gerdî re dixwazim”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî