Divê Êzdî ji wê jiyana pir ji zehmetî, nîv destbiserî û bê mafî bên rizgarkirin
2022-04-19 20:58     486 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK Cejna Çarşema Sor li Êzdiyan pîroz dike
Bi bûneya hatina sersala Êzdiyan “Çarşema Sor” ku mizgîniya hatina demsala Biharê, vejîn û nûbûnê dide, pîrozbahiyê li tev xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistan, İraq û Cîhanê dikin.
Bi vê bûneyê, em carekî din radigihînin ji bo nehiştina êş û kulên Êzdiyan, pêwîste pêş hemû tiştekî hemû hewl bên xurtkirin ji bo aşkerekirina çarenivîsa ew hemwelatiyên li Şengal û navçeyên din hatine revandin.
Herwiha, pêngavên avadankirina wê bajarokê û gundên Êzdînişan bên xurtkirin, da ku ji wê jiyana pir ji zehmetî, nîv destbiserî û bê mafî rizgar bibin. Ev erk jî di stuyê Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku pêwîste hem maddî û manewî xisariya wan bê dayîn û di îdaredana navçeyên xwe de rê liber beşdariya wan bê vekirin. Bi vî awayî emê bikaribin brînên wan yên çend salên bihurî sarêj bikin.
Em hêvîdarin, ev cejn bibe hevîna zêdetir xurtkirina giyanê bihevrejiyanê di nêvbera Êzdî û tev baweriyên din li Herêma Kurdistan û İraqê.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
MMS
Babetên zêdetir