Ji bo serxistina proseya siyasî hewceyi bi fedakariya hemû aliyan û hêzên niştimanî heye

  2022-04-19 20:16      263 Car hatiye dîtin        Şîrove
Naveroka civîna YNK, Çarçoveya Hemahengî û Hevpeymaniya Ezim

Bi serokatiya Bafil Celal Talebanî wefda bilind ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Bexdadê, beşdarî civîna berfireh ya Çarçoveya Hemahengî û Hevpeymaniya Ezim kir. 
Di civînê de guherînên dawîn yên siyasî û rêçareyên rizgarbûn ji aloziya siyasî li welêt hat nirxandin.
Aliyên civînê teqez li ser giringiya berdewamiya hewlan bi armanca dîtina rêya çareseriyê ji bo tengasiya siyasî kirin ku hewceyi bi fedakariya hemû aliyan û hêzên niştimanî heye di berjewendiya hemwelatiyan û berdewambûna serxistin û diyarkirina nexşerêyekê de ku rê li pêşiya proseya siyasî, avêtina pêngavên kirdar yên pêk anîna hikûmetê û mîsogerkirina daxwazên xelkê vebike. 
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Çarçoveya Hemahengî û Hevpeymaniya Ezim, teqez li ser bilez dariştina xetên giştî yên wê nexşereyê û destpêkirina gotûbêjê ligel aliyên siyasî û lihevtêgîhîştinê, bihêzkirina proseya demokrasî û parastina îstîkrara siyasî, ewlehiya İraq û vegerandina baweriya hemwelatiyan bi proseya siyasî kirin. 
Puknow
MMS





 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî