YNK beşdariya İraq û Herêma Kurdistanê di projeya “Rêya Hevrîşimê” de giranbuha dinirxîne

  2022-04-15 17:17      329 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK û Partiya Kominîst a Çînê di panelekê de peywendiyên siyasî, aborî û kulturî nirxandin

Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Ofîsa Peywendiyan ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx ku serokatiya tîmeka ji berpirs û kadroyên YNKê dikir, beşdarî panêla “Geşekirina Demokrasiyê li Cîhane” kir.
Axavtvanên panelê ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Komara Gel a Çînê Zû Ruy û Berpirsê Karûbarên Rojavayê Asya û Bakûrê Efrîqayê li Fermangeha Pêşxistina Peywendiyên Derve yê Partiya Kominîst a Çînê û pispor di warê geşekirina demokrasiyê de Prf. Lîw pêk hatibû. 
Di destpêka panelê de ku bi rêya vîdyokonferansê hat sazkirin, Emîn Babe Şêx gotara YNKê pêşkêş kir û sazkirina vê konferansê ji aliyê Wezareta Derve ya Komara Gel a Çînê ve di nêvbera berpirsên herdu partiyan de giranbuha nirxand. 
Emîn Babe Şêx, behsa rola YNKê bi serokatiya Serok Celal Talebanî kir ku bingehek berfireh û bihêz ji bo hemahengiya partiyî, hikumî û diyaloga sûdbexş daniye bi armanca pêşxistina peywenidyên hizbî yên herdu aliyan jibilî peywendiyên nêvbera Komara İraqê û Komara Gel a Çînê û Herêma Kurdistanê. 
Emîn Babe Şêx, serinc kişand li ser peywendiyên siyasî, rewşenbîrî  aborî ku herdiçe di berjwendiyên herdu aliyan de pêşkevtinên zêdetir bi xwe ve dibîne û ligel berfirehiya cografiya Komara Gel a Çînê, peywendiyên dîplomasî ligel Gelê Kurd û gelên wek wê gellekî xurt e û got: “çunkî gelên Rojhilata Navîn hevbeşbûn bi rêya Hevrişima Kevin. Li ser astê dîroka siyasî jî herdu millet hevrê bûn ji bo azadî û serbixweyî yê”.
Emîn Babe Şêx, tekez li ser pêwîstiya pêbendbûn bi prensîpên gotûbêjên hevbeş ji bo gîhiştin bi armancan û piştivanîkirin li peywendiyên siyasî, aborî û rewşenbîrî li Rojhilata Navîn kir. 
Paşê behsa weşandina “Pirtûka Spî” kir ku têda behsa siyaseta Komara Gel a Çînê beramber Rojhilata Navîn dike û projeya “Rêya Hevrîşimê” giranbuha zanî ku projeyekî stratêjîk ya nêvdewletiye û hewl didin li ser astê İraq û Herêma Kurdistanê beşdar bin û faydeyê jê bibînin.
Emîn Babe Şêx, axavta xwe wiha domand: “Giringe ew rêkevtin û lihevtêgihîştinên berhemanînê ku 2015ê di nêvbera Komara Gel a Çînê û Komara İraqê de hatine îmzekirin bikevin kar. Peywendiyên herdu partiyan bê pêşxistin ku bingeha wê ya dîrokî heye û herdu aliyan xala hevbeş ya hizrî kom dike, wek demokrasî û azadî ku du bingehên esasin ji bo pêşxistin û xweşguzeraniyê”.
Emîn Babe Şêx, spasî Partiya Kominîst a Çînê kir jiber lidarxistina vê panelê û nûbûna hevpar û hemahengiya di nêvbera herdu aliyan de û axavtina xwe bi gotinekî pêşiyan ya Çînê bi dawî kir; “Berdewambûn wiha li kevir dike ku bibe bi agir”.
Paşê Alîkarê Wezîrê Derve yê Komara Gel a Çînê Zû Ruy gotarek pêşkêş kir û tekez li ser zêdetir xurtkirina peywendiyên hizbî yên herdu aliyan kir û rola Serok Celal Talebanî di durustkirina peywendiyên nêvbera Komara İraq û Komara Gel a Çînê û YNKê de giranbuha zanî. 
Prf. Lîw jî di axavta xwe de serinc kişand li ser “geşekirina demokrasiyê li Cîhanê û demokrasiya Komara Gel a Çînê”, dîrok û bilez geşbûna demokrasiyê û got: “Demokrasî wekî gulên rengûreng wiha ye, cûr û behnên wan yên cûda cûda hene û li welatekî ji bo welatekî din cûdayî heye. Lewra, awayê demokrasiya her wilatekî ligor pêwîstiya millet û atmosfera siyasî û civakî diguher e”.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî