“Erkê me hemû aliyekiye xizmeta malbatên serbilind yên şehîdan bikin”
2022-04-14 14:21     209 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Bafil Celal Talebanî ji bo bîranîna salroja tawanên Enfalê
34 sal beriya niha gelê me rûbirû yek ji tawanên herî hov ya dîroka mirovatiyê bû. Dûr ji hemû buhayekî mirovî û etîkî, xuşk û birayên me hatin bê serûşûnkirin. Srûştê ciwan yê Kurdistanê hat wêrankirin û gundên me hatin wêrankirin. Operasyona kirêt ya Enfalê hewlek bû ji bo jinêvbirina jiyan û jêbirina navnîşana me bû.
Îro ku bi xemgîniyekî kûr em vê birîna sarêjnebûyî ya laşê niştiman bibîrtînin, slavê ji bo ruhên pak yên şehîdan re dişînin û bi hurmetê em serê rêz û wefayê li hember xem û çavêriyiya bi salan ya kesûkarên wan yên serbilind diçemînin.
Erkê me hemû aliyekî ye dûr ji hemû muzayedeyekî siyasî xizmeta malbatên serbilind yên şehîdan bikin û Enfalê bikin waneyek ji bo kûrkirina giyanê yekrîzî û tebayî bi armanca parastin û bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê.
Daxwaz ji hikûmeta İraqê dikim bi erkên xwe rabin û wek mafekî yasayî û destûrî, xisariya kesûkarên şehîdan bidin.
Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hewlên xwe yên ji bo komkirina belgeyan ji bo bi jenosîdnasandina tawanên Enfalê bidomîn e.
Slav li ruhê pak yên şehîdên Enfalê û tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.
Bafil Celal Talebanî
14-04-2022
Puknow
MMS
Babetên zêdetir