Danûstanên Herêma Kurdistan û Bexdadê li ser dosyeya neft û xazê destpê kir

  2022-04-12 17:44      260 Car hatiye dîtin        Şîrove
Wezareta Petrola İraqê daxwaza cîbicîkirina biryara Dadgeha Bilind ya Federal dike

Yekemîn civîna Herêma Kurdistan û Bexdadê li ser dosyeya neft û xazê, roja Duşemê (11-04-2022), li Bexdadê hat lidarxistin.
Wefda bilind ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrola İraqê, gotûbêj li ser danîna mekanîzmakî guncaw ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Bilind ya Federal a İraqê kirin. 
Wezîrê Petrola İraqê Îhsan Ebdulcebar di civînekî rojnamevanî ya hevbeş de ragihand; Pêwîstî bi durustkirina kompanyayekê neftê heye ku baregeha wê li Hewlêrê be û hikûmeta federal xwediyê wê be û deshilata birêvebirina hemû çalakiyên neftê pê were spartin. 
Wezirê Petrolê, got: “Hewceye hemû ew grêbest û rêkevtinên ku Herêma Kurdistanê ligel welatan û kompanyayên neftê îmzê kirine, bixe berdestê Wezareta Petrola İraqê. Armanca vî karî jî pêdaçûn, sererastkirin û baştirkirina rêkevtina ye”.
Paşê, Wezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên danûstanên ligel hikûmeta Federal Xalîd Şiwanî ronahî xist li ser naveroka civînê û ragihand; bi aşkere û zalalî gotûbêj li ser dosyeya petrola Herêma Kurdistanê û nakokiyên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê kirin e. 
Xalîd Şiwanî, aşkere kir; herdû aliyan lihevkirine ku di pêşerojê de bi armanca çareserkirina dosyeya neft û xaza Herêma Kurdistanê gotûbêjê li ser darijtina mekanîzmekê guncaw bikin.
Kompanya SOMO ya petrola İraqê jî daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, hemû berhemên petrolê teslîm bi Bexdadê bike û hişyariyê dide wan kompanyayên petrolê ku bi bê razîtiya Bexdadê li Herêma Kurdistanê kar dikin  û dibêje; ‘ew rêkevtinên kirine neyasayî ne û rêkeftinên hemû kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin dê bên hilweşandin. Di vê çarçoveyê de Wezareta Petrola İraqê pêngavên pêwîst diavêje ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Bilind a Federal’. 
Dadgeha Bilind ya Federal a İraqê, roja 15ê Sibatê 2022ê, biryar da ku froştina neft û xaza Herêma Kurdistanê nedestûrî ye. 
Civata Wezîran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di civîna roja 23ê Sibata 2022ê de biryara Dadgeha Bilind ya Federal derbarê neft û xaza Herêma Kurdistanê de bi nedestûrî û nedadperwerî li qelem dabû.
Puknow
Metîn Mihemed 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî