Rewşenbîr, siyasetvan û nivîskar Îbrahîm Ehmed bi çalakiyên cûrbicûr tê bibîranîn

  2022-04-08 17:26      79 Car hatiye dîtin        Şîrove
Şanaz Îbrahîm Ehmed li aramgeha bavê xwe Îbrahîm Ehmed

Îro 22 sal bi ser koça dawî ya rewşenbîr, siyasetvan û wêjevan Îbrahîm Ehmed re derbaz dibe. 
Bi vê bûneyê li Parka Hawarî Şar li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya Endama Desteya Rêveber ya Polîtburoyê û Serpereşta Malbenda Yek ya Rêkxistina Silêmanî ya Yekîtiya Niştimaniya Kuyrdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed û hejmarek ji endamên Civata Serkirdayetiyê, kesayetî, heval û dilsozên rewşenbîr û siyasetvanê mezin yê Gelê Kurd Îbrahîm Ehmed, fîdan hatin çandin ji bo şadkirina ruhê qurbaniyan û şehîdên destê DAIŞ ê. 
Şanaz Îbrahîm Ehmed di axavta xwe de ragihand; jiber ku salroja koça Îbrahîm Ehmed îsal ketiye heyva Remezana pîroz û kesên derveyî bajêr newestin, biryar dane merasîma taybet ji bo vê bîranînê bixin heyva Gulanê û di vê çarçoveyê de îro dest bi helmeta çandina fîdana kirine ku ji sala 2016ê vê destpê kirine û ligel mezinbûna wan, navên şehîdan li wan daran dikin. 
Şanaz Îbrahîm Ehmed, got: “Mixabin ku hêj şerê dijî DAIŞê kota nebûye, me gellek qurbanî dane û bi çandina fîdanan em dixwazin bîranîna şehîdan herdem zindî bimîn e. 
Şanaz Îbrahîm Ehmed, diyar kir ku ewê berdewam bin li ser bîr û raya Îbrahîm Ehmed û isal jî hemû berhemîn wî ku ji 15 bergan pêk tê bi çap hatine gîhandin; paşê merasîma nasandina wan berhemên hêja dê ji aliyê Rêkxistina Îbrahîm Ehmed Fawendeyşinê vê bê kirin. 
Şanaz Îbrahîm Ehmed, got: “Ez hêvîdarim hemwelatî zêdetir faydeyê ji wan pirtûkan bibînin û zêdetir ji hest, raman û nerîna bavê min fam bikin”.
Paşê, Şanaz Îbrahîm Ehmed û jimareyek ji endamên malbata Îbrahîm Ehmed bi beşdariya amadevanan, serdana mezargehê pîroz yê siyasetvanê koçkirî kirin û soza berdewambûun liser rêbaza wî ji bo xizmetkirina rêbaza Kurd û Kurdistan, hêvî û armancê wî dubare kirin. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî