Bafil Celal Talebanî û serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê civiyan
2022-04-07 15:53     239 Car hatiye dîtin      Şîrove
Destpêşxeriya Çarçoveya Hemahengî hat nirxandin
Bi serokatiya Bafil Celal Talebanî wefda bala ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, roja Pêncşemê (06-04-2022) li Bexdadê li mala Serok Mam Celal, pêşwazî li serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê kir.
Di civînê de gotûbêj li ser destpêşxeriya Çarçoveya Hemahengiyê hat kirin ku wek rêçareyek ji bo derbazbûn ji wê rewşa siyasî ya çeqîmayî ya İraqê hat pêşkêşkirin.
Herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku divê destpêşxeriya Çarçoveya Hemahengî bi awayekî bê darijtin ku xizmeta proseya siyasî ya İraqê bike û zemîna gotûbêj û lihevtêgîhiştina hevbeş bixe rojeva hêz û aliyên siyasî. Herwiha, hat tekezkirin ku divê ligel daxwazên rewa yên xelkê be û xizmeta berjewendiyên bilind bike û avakirina siberojekî aram û îstîkrarê jî li xwe bigre.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir