17 sal beriya niha Pêşmergeyekî Kurd bû bi serokkomarê İraqê
2022-04-06 22:53     87 Car hatiye dîtin      Şîrove
Mam Celal bi bê cûdahiya bîr û raya siyasî, olî û neteweyî bû serokê hemû İraqiyan
17 sal beriya niha dîroka İraqê werçerxanek mezin jiya ku Mam Celal wek yekem Kurd ji aliyê Parlemantoya İraqê ve bi serokkomar hat hilbijartin.
Mam bi bê cûdahiya bîr û raya siyasî, olî û neteweyî, bû serokê hemû İraqiyan.
Di vê bîranînê de divê bê gotin, di dema serokatiya Serok Mam Celal de hemû pirsgirêk nehatibin çareserkirin, lê herdem zimanê gotubêj û lihevtêgîhîştin di nêv aliyan de hebû. Bi wê yekê jî cûrek ji dilniyayî û îstîkrar tenê ne ligel İraqiyan çespandibû, herwiha welatên cîran, Rojhilata Navîn û Cîhanê jî hêviyên xwe li ser giranî û pêgeha wî hunandibûn ku serokekî nû wek Mam Celal jiber peywendiyên berfireh yên dîplomasî û civakî, karîbû hevsengiyekî wiha rabigre ku di nêv İraqiyan de nasnavê “sîvana berhevker” pê hatibû bexşîn.
Di dema serokatiya Serok Mam Celal de İraq berbi serpîketin û avadaniyê ve pêngav diavêt; lê, mixabin malavayî û koça ebedî ya Mam ew hêvî nehişt, İraq û Rojhilata Navîn derbazî qonaxekî pir ji aloziyên siyasî, neteweyî û mezhebî bû.
Îro ku em vê bîranînê bibîr tînin, İraq ji rewşek siyasî ya nexwastî re derbaz dibe û jiber nebûna diyalogekî niştimanî ji bo çareserkirina arîşeyan, nîşaneya wê yekê ye ku niha ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi wê siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal e; da ku giyanê tebayî û bihevrejiyanê li İraq û Kurdistanê zindî bikin, welat û Rojhilata Navîn ji kûrkirina arîşeyên siyasî û yen din dûr bigrin û aramiya zêdetir ji bo gelên İraq û Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan
06-04-2022
Puknow
MMS
Babetên zêdetir