Ji hemû deman zêdetir pêwîsti bi siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal heye
2022-04-06 17:30     331 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Bafil Celal Talebanî ji bo salroja hilbijartina Serok Mam Celal ji bo postê Serokkomariya İraqê
Îro bi bi serfirazî û şanaziyê, em hilbijartina Serok Mam Celal wek yekem serokkomarê Kurd di dîroka İraqê de bîr tînin.
Ji bo hemû aliyan zelal e niha İraq ji rewşekî siyasî ya nexwastî re derbaz dibe û nebûna diyaloga niştimanî û berpirsane ji bo çareserkirina pirsgirêkan û destnîşankirina rêçareyan ji bo zalbûn bi ser arîşeyan, wê rastiyê aşkere dike û nîşaneyekî zelal e ku niha ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi wê siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal heye ku bi armanca serkevtina proseya siyasî ya İrqaê û xurtkirina giyanê tebayî bihevrejiyanê peyrew dikir. Bûyerên vê dawiyê yên İraq û Kurdistanê zêdetir şahîdiya vê rastiyê dikin ku ew valahiya koça dawî ya Serok Mam Celal durust kir bi hesanî pir nabe û tekanê rê ji bo zalbun bi ser astengiyan, vegere ji bo siyaseta hekîmane ya Mam.
Di vê roja dîrokî de em carekî din soz û wefadariyê ji bo bîrûbawerî û rêbaza pîroz ya Serok Mam Celal dubare dikin. Em, xema xelkê û dabînkirina jiyanekî şerefmendane ji bo hemwelatiyên xwe dikin bingeha kar û çalakiyên xwe û bi çi awayekî ji mafên wan nayên xwarê. Em hewlên xwe didomînin ji bo xurtkirina ruhê tebayî û bihevrejiyanê bi armanca serxistina netewe û pêkhateyan. Wek herdem gotûbêj û lihevtêgîhîştin dê stratejiya kar û çalakiyên me be û emê parastvanê buhayên mirovî û demokrasiyê bin.
Slav li ruhê pak yê Serok û raberê me Mam Celal û tev şehîdên Kurdistanê.
Bafil Celal Talebanî
6ê Nîsanê 2022
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir