YNK herdem ji bo çareseriya pirsgirêkan ligel diyalogê ye
2022-04-06 01:04     248 Car hatiye dîtin      Şîrove
Emîn Babe Şêx pêşwazî li diplomatên Swêd û Norwecê kir
Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Ofîsa Peywendiyan ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, îro (05-04-2022), li Silêmanî, bi wezîrê erkdarkirî û cîgirê balyozê Swêd li İraqê Krîstiyan Ulsun û cîgirê balyozê Norwecê li İraqê Barcer Husim civiya.
Di civînê de gotubêj li ser astengiyên li pêşiya pêk anîna hikûmat nû ya İraqê hat kirin.
Emîn Babe Şêx, ragihand; YNK herdem ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rakirina astengiyan ligel diyalogê bû ye, niha û pêşrojê jî baweriyan ya neguher bi zimanê diyalogê heye ligel aliyên aliyên siyasî û got: “YNK herdem xwe ji beşek çareseriyê zaniye, ne ku beşek be ji pirsgirêkan û parastvanê yekrîziya nêv mala Kurd bû ye û hewlên me ji bo wê armancê bû ye. Çunkî, parastina îstîkrara niştimanî û gîhîştin bi hikûmetekî aştiya siyasî bi vê nerîngehê digihêje armanca xwe.
Berpirsê Ofîsa Peywandiyan Emîn Babe Şêx di beşekî din axavta xwe de behsa giringiya parastina mafên pêkhateyên neteweyî û baweriyan kir. Tekezî li ser siyaset û rijdiya YNKê kir di warê parastina maf û rola jinan, rijdî û rexsandina atmosfera azadiya raman de.
Herdu aliyan bihêzkirina peywendi û dostayetiya nêvbar Herêma Kurdistan û YNKê ligel Swêd û Norwecê giranbuha zanîn.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir