Bafil Celal Talebanî Cejna Ekîto sersala nû ya Asûriyan pîroz kir

  2022-04-01 23:58      538 Car hatiye dîtin        Şîrove
Arşîv - Îro sersala nû (6772) ya Asûriyan e

Bafil Celal Talebanî bi boneya Cejna Ekîto (sersala nû ya Asûriyan 6772) peyama pîrozbahiyê weşand. 
Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de ragihand ku xuşk û birayên Asûrî, Suryanî û Kildanî li Herêma Kurdistan û İraqê pêkhateyên dêrîn û resen yê vê xakê ne û rola wan ya giring di xurtkirina giyanê tebayî û bihevrejiyanê de hebû ye. 
Bafil Celal Talebanî, bi hatina Cejna Ekîto, pîrozbayî li Asûrî, Suryanî û Kuldaniyan dike û hêviya wî ewe ku cejna xwe di atmosferekî xweş û aram de bi ser bibin. 
Bafil Cela Talebanî, tekez dike ku Herêma Kurdistan herdem mala hemû netewe, pêkhate û baweriyan ê û dibêje: “Pêwîste em hemû bihevre wê pirrengiyê biparêzin û hewla zêdetir ji bo bihêzkirina giyanê tebayî û aştiyê bidin”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî