“Ji çi aliyekî qebûl nakin ku bixwazin îradeya me bişkîn”

  2022-03-31 14:48      315 Car hatiye dîtin        Şîrove
Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoya YNKê Derbaz Kosret Resûl

Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl, ragihand ku YNKê kirine bi hêza sereke li İraqê û got: “ji çi aliyekî qebûl nakin ku bixwazin îradeya me bişkînin”.
Derbaz Kosret Resûl di Hevdîtina YNKê ya li Hewlêrê de da zanîn ku di dema bihurî de karîne YNKê bikin hêzeke sereke di biryardana siyasî de li İraqê û got: “Her ji destpêkê ve baweriya me yekrîziya hêz û aliyan hebûye û niha jî li ser heman baweriyê ne. Lê, eger aliyek bixwxaze îradeya me bişkîne qebûl nakin”.
Derbaz Kosret, axavta xwe wiha domand: “Çi demekê post ji bo me giring nebûye, berovajî daxwazên hemwelatiyan ji bo me giring bû ye. Ew jî xak, dahat, Pêşmerge û pêş hemûyan jî Kerkuk e ku çi demekê destberdar nabin û di gotûbêjên li Bexdadê de beşek ji mijarên sereke bûn e”.
Derbaz Kosret Resûl, tekez kir; ya giring berhevbûna aliyên siyasiye li ser maseya gotûbê û bi projeyekî Kurdane çûne bo Bexdadê ye ku di astê daxwazên hemwelatiyên Kurdistanê de be, da ku bikaribin li Bexdadê destkevtinên baştir bidesbixin.
Derbarê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de Derbaz Kosret Resûl, got: “Em bi giring dizanin çar sal carekê hilbijartin di dema xwe de bê lidarxistin. Lê, şert û mercê me wek YNKê serarastkirina yasaya hilbijartinê ye ku ji bo vê jî pêwîstî bi lihevkirina niştimanî heye. Nabe îradeya çi hezekî bi ser praniyê de bê ferz kirin”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî