Daxwaza sererastkirina yasaya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê têkirin

  2022-03-29 00:36      268 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinan jimareyek zêde parlemantaran projeyek pêşkêş kirin

Bi armanca sererastkirina yasaya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê, jibilî fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê tev fraksiyonên Parlemantoya Kurdistanê projeyek pêşkêş serokatiya parlemantoyê kirin.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ziyad Cebar, ragihand ku ji heyva Mijdara sala bihurî ve daxwaza sererastkirina yasaya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê dikin; çunkî, hêj yasaya 30 sal beriya niha peyrew dikin, hem di warî hunerî û hem di warê siyasî de gellek kêmasî têde ne, lewre pêwîste bê sererastkirin.
Ziyad Cebar, got: “Ji heyva Kanûna bihurî ve ligel çend fraksiyonan gotûbêjê dikin, da ku bikaribin kar ji bo reşnivîsekê bikin. Çunkî, rehendekî niştimanî ya vê yasayê heye û pêwîste hemû aliyên siyasî bihevre li ser wê lihevbikin”.
“Di nêvbera wan fraksiyonan de ku projeya sererastkirina yasaya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê îmze kirine, lihevtêgîhîştin heye. Em hêvî dikin ligel wan fraksiyonên ku heta niha piştgirî nedane, bihevre bicivin û yasaya hilbijartinê serarast bikin”.
Serokê Fraksiyona YNKê, aşkere kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û parlemanterên pêkhateyan piştevaniya sererastkirina yasaya hilbijartina parlemantoyê nakin û wiha axivî: “Eger îradeyekî siyasî ya xurt hebe û aliyên din jî piştgiriyê bidin, emê bikaribin hem yasaya hilbijartinê sererast bikin, hem jî Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê çalak bikin. Hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê jî ku biryare isal birêve biçe di dema xwe ya diyarkirî de pêk bînin”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî