YNK îrade û berjewendiya gelê xwe liber çav digre û çi îradeyekî sepandî qebûl nake

  2022-03-26 15:55      351 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî ligel Fraksiyona YNKê ya li Parlemantoya İraqê civiya

Bafil Celal Talebanî, îro (26-03-2022), li Bexdadê, ligel Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlemantoya İraqê civiya. 
Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de serinc kişand li ser pêşkevtin û guherînên dawî yên siyasî û ronahî xist li ser hewlên ji bo derbazbûn ji vê rewşa çeqîmayî ya İraqê. 
Bafil Celal Talebanî, dawîn helwesta YNKê wek hêzekî berpirsyar û parêzerê mafên neteweyî yê xelkê Kurdistanê ragihand û got: “YNK çi biryarekî ji derveyî îrade û berjewendiyê gelê me nade û çi îradeyekî sepandî jî qebûl nake. Bi piştgirêdan bi dîroka serbilind ya YNKê û gelê xwe, hemû pêngav û biryarên me dê ji bo yekrîzî û pêk anîna mafên rewa yên milletê me be”.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî