Bafil Celal Talebanî ligel Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlonê civiya

  2022-03-25 21:55      88 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî û Rêyyan Kildanî

Bi serokatiya Bafil Celal Talebanî wefda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (25-03-2022), li Bexdadê, ligel Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlonê Reyyan Kildanî civiya. 
Di civînê de paş nirxandin û şîrovekirina rewşa siyasî ya welêt, gotûbêj derbarê mekanîzmên derbazbûn ji tengasiyan, qeyranan, zalbûn bi ser astengiyan û çareserkirina arişeyan di çarçoveya destûr û lihevtêgîhîştinê de hat  kirin; çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bi cûrekî be ku bibe hevîna îstîkrara siyasî, aborî û ewlehiya zêdetir. 
Puknow
MMS 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî