Pêwîste yekrîzî û yekdengiya Kurd bi îradeya Kurdistanî bê parastin
2022-03-18 00:33     85 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bafil Celal Talebanî pêşwazî li wefdekê Yekîtiya Awrupayê kir
Bafil Celal Talebanî, îro (17-03-2022), li Silêmanî li Dabaşan, pêşwazî li wefdekê Yekîtiya Awrûpayê (YA) kir ku ji Balyozê YA yê li İraqê Vîlle Varyola û serokê şêwirmendiya YA yê li İraqê An Mêskanên pêk hatibû; gotûbêj li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li Herêma Kurdistan û İraqê hat kirin. Nerîna YNKê li ser pêk anîna hikûmeta nû ya İraqê, hilbijartinên serokkomar û mijara azadiya raman li Herêma Kurdistan hat vegotin.
Bafil Celal Talebanî, serinc kişand li ser xemxweriya YNKê ji bo gîhîştin bi diyalogekî niştimanî ya avaker û ragihand; pêwîstiya rewşa İraqê bi lihevhatin û lihevtêgîhîştina hevpar heye ji bo pêk anîna hikûmetekî bihêz û bandor ku îstîkrarê ji bo xelkê pêk bîne.
Bafil Celal Talebanî, got: “Wek Kurd me gellek hewl daye ku yekrîzî û yekdengiya Kurd biparêzin û wek yek tîm bi xurtî li Bexdadê kar bikin; lê ji derveyî îradeya Kurdistanî ev nîyeta niştimanî jinav hat birin. Baweriya me ewe, hêj ne derenge û em hemû dikarin bi ruhê niştimanperwerî bi armanca xurtkirina statuya Hereama Kurdistanê û parastina berjewendiyên bilind, nakokiyên siyasî û şexsî daynin aliyekî û bihevre biryar bidin û tenê berbijêrekî ji bo postê serokkomariyê destnîşan bikin”.
Bafil Celal Talebanî, rijdî li ser aramî û îstîkrarê, serweriya yasa û têkoşîna dijî gendeliyê kir û wiha axivî: “Em rê li ber hebadana samanê giştî digrin û rijdiyê li ser serxistina proseya çaksaziyê dikin. Hewceye, şefafiyet di dahat de hebe û cûdahî di serfkirina giştî de neyê kirin. Xêr û berê Herêma Kurdistanê bi bê cûdahî bixin xizmeta hemwelatiyan û ev jî armanca karên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye”.
Yeksaniya cênderî û azadiya raman mijarekî din ya civîna nêvbera herdu aliyan bû. Derbarê van mijaran de Bafil Celal Talebanî, ronahî xist li ser nerîn û xwendina YNKe û got: “YNK bi çi awayekî ne ligel cûdahiya regeziye û baweriya wan ya temam bi yeksaniyê heye. Baweriya me ya temam bi karîna jinan heye û divê li navendên hizbî û hikûmî derfetên zêdetir ji bo wan bê rexsandin û fayde ji karînên wan bê dîtin. YNK ligel bêdengkirina dengê azad nîne û pişgiriyê dide bi rojnamevanan û karê rojnamegeriyê. Çunkî, baweriya me ya temam bi demokrasiyê heye û kar ji bo parastina payeyên wê dikin”.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir