YNK dixwaze hikûmeta federal ya İraqê bilez bê pêk anîn

  2022-03-15 22:39      90 Car hatiye dîtin        Şîrove
Dive hikûmeta federal a İraqê di astê çareserkirina pirsgirêkan de be

Endamê Polîtburoyê û Peyivdarê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, îro (15-03-2022), li Silêmanî, ligel Serkonsolê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Deyvîd Henit û wefda serbazî ya pê re civiya. 
Emîn Babe Şêx di civînê de peywendiya YNKê û Herêma Kurdistanê ligel navendên siyasî û serbazî yên Brîtanyayê bi hewce û giranbuha nirxand û tekez kir; Brîtanya hevparekî serekî û bihêz yê Hevpeymaniya Nêvdewletî bû ye di rizgarkirin û azadiya İraqê de dijî teror û DAIŞê. 
Emîn Babe Şêx, got: “Brîtanya bi berdewamî piştevanê Herêma Kurdistan û Hêza Pêşmerge bû ye di perwerde û rahênan û rêkxistinê de ber bi yekgirtinê ve”.
Derbarê rewşa Herêma Kurdistan û İraqê de Emîn Babe Şêx, tekez kir; YNK xwazyarê bilez pêk anîna hikûmeta federal ya İraqê ye ku kabîneyek be xizmeta hemwelatiyan bike û di astê çareserkirina pirsgirêkên İraqa Federal de be. 
Di civinê de gotûbêj li ser giringiya çereserkirina arîşeyên ligel İraqê û nêvxweyî jî hat kirin; diyalog û çareseriya destûrî û yasayî giranbuha hat zanîn. 
Puknow
MMS 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî