YNK dixwaze Kurd xwediyê bernameyekî hevbeş be

  2022-03-15 17:02      282 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK pêşwazî li Serkonsolê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê kir

Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl û Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, îro (15-03-2022), li Silêmanî li avahiya polîtburoyê, pêşwazî li Serkonsolê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Deyvîd Henit kir. 
Di civîna nêvbera herdu aliyan de gotûbêj li ser rewşa Herêma Kurdistan û İraqê, rola Brîtanya û Hevpeymaniya Nêvdewletî di warê hevkarî û hemahengiyê de di şerê dijî teror û têkşikandina wan de hat kirin. Herdu alî hevra bûn li ser berdewambûna hemahengî û têkoşîna dijî terorê.
Derbaz Kosret Resûl û Seidî Ehmed Pîre, nerîn û xwendina YNKê  ji bo pêşkevtinên dawîn anîn zimên û tekez kirin ku YNK herdem çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkan dixwaze; ji bo Kurdistanê jî xwediyê nerînek zelale û dixwaze Kurd xwediyê bernameyekî hevbeş be.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî