Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Federal bi nedestûrî li qelem da
2022-02-23 21:53     96 Car hatiye dîtin      Şîrove
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê
Civata Wezîrana a Herêma Kurdistanê, îro (23-02-2022), li Hewlêrê, bi serokatiya Serokwezîr û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di civînê de gotubêjên berfireh li ser biryara Dadgeha Bilind ya Federal a İraqê ya derbarê neft û xaza Herêma Kurdistanê de hat kirin ku roja 15ê vê heyvê biryar li ser dabû.
Civata Wezîran, biryara Dadgeha Bilind ya Federal derbarê neft û xaza Herêma Kurdistanê de bi nedestûrî û nedadperwerî li qelem da û tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser berevanîkirin û parastina maf û deshilatên xwe yên destûrî, çawa ku di Destûra İraqê de cîh digrin û praniya hemwelatiyên İraqê di sala 2005ê de dengê xwe dane bi wê destûr ê.
Puknow
mms
Babetên zêdetir