Dadgeha Federal a İraqê biryar da ku awayê hilbijartina nûnerên Êzdî, Şebek û Feyliyan nedestûrî ye
2022-02-22 23:47     282 Car hatiye dîtin      Şîrove
Nûnerên Êzdî, Şebek û Feyliyan dê bi awayê hilbijartina nûnerên Krîstiyan û Saîbiyan bên hilbijartin
Dadgeha Bilind ya Federal biryarek li ser nûneratiya pêkhateyên Parlemantoya İraqê derkir.
Dadgeha Bilind ya Federal a İraqê, îro (22-02-2022), bi armanca aktîfkirina rola niştiman û pêk anîna yeksanî û parastina yekîtiya niştimanî ji bo pêkhateyên Êzdî, Şebek û Kurdên Feylî biryarek nû da.
Dadgeha Bilind ya Federal, biryar da ku awayê nûneratiya wan pêkhateyan (Êzdî, Şebek û Kurdên Feylî) li parlemantoyê nedestuuriye û hewceyiya yeksaniya wan ligel pêkhateyên Krîstiyan û Saîbî.
Ev pêkhateyên hanê li parêzgehên; Duhok, Musil û Wasitê xwediyê kursiyên kotayê ne û li wan parêzgehan bi vî awayî deng bi wan tên dayîn.
Lê ligor vê biryarê, pêwîste yasaya hilbijartinê bê sererastkirin û dengdan bi nûnerên pêkhateyan li seranserê İraqê, bibe wek awayê dengdanê bi nûnerên Krîstiyan û Saîbî.
Dadgeha Bilind ya Federal a İraqê, 15 vê heyvê, biryar derxist ku yasaya neft û xazê ya Herêma Kurdistanê nedestûriye û neft û kêlgeyên netfî yên Herêma Kurdistanê radestî navendê bên kirin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir