“Divê hemû pirsgirêk û hevrikî bi rêya destûrê bên çareserkirin”

  2022-02-08 15:34      408 Car hatiye dîtin        Şîrove
Seidî Ehmed Pîre û Berpirsa Nivsîngeha Yekîtiya Awrûpa (YA) li Herêma Kûrdistanê Marî Parêt

Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kûrdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre, îro (08-02-2022), li Hewlêrê, pêşwazî li Berpirsa Nivsîngeha Yekîtiya Awrûpa (YA) Marî Parêt kir. 
Herdû aliyan, rewşa siyasî û ewlehî ya Herêma Kûrdistan, İraq û deverê nirxand.
Seidî Ehmed Pîre, bal kişand li ser zêdebûna tevger û çalakiyên DAIŞê, bi taybetî li navçeyên Şengal, Mexmûr, Qerac, Qere Salim û çendîn navçeyên din yên Herêma Kûrdistanê kû bû ye hevîna metirsî û gefê li ser civakê ku jiber vê jî Peşmerge û hêzên İraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, bi hûrgili çavdêriyê rewşê dikin û dijî terorê têkoşînê didin. 
Derbarê pêvajoya siyasî ya İraqê de Pîre, got: “Mixabin jiber rêkevtina yek alî, Kûrd nekarî bi yekgirtiyî biçe nêv proseyê. Vê jî ziyan gîhand bi nêv mala Kûrd, Şîe û tevaya İraqê. Dibe kû bibe sedema paşde ketina pêk anîna hikûmeta nû a İraqê ji bo çend heyvekî din”.
 “Divê hemû pirsgirêk û hevrikî bi rêya destûrê bên çareserkirin. Nabe ligor kêfê nirxandin û şîrove li ser destûrê bê kirin. Berovajî di vê wek xwe bê nirxandin, çûnkî Maddeya 70 ya destûrê behsa çawanî hilbijartina serokkomar dike. Yasaya jimareya 7 ya sala 2012 jî kû di rojnamaye resmî (Waqîî İraq)  de hatiya weşandin, behsa çawanî berbijêriyê ji bo postê serokkomar kiriye; rê daye kû tenê yek car deriyê xwe berbijêrkirinê ji bo postê serokkomariyê bê vekirin. Ji vê zêdetir çi şîrove û nirxandinekê din hilnagir e.
Berpirsa Nivsîngeha Yekîtiya Awrûpa (YA) li Herêma Kûrdistanê Marî Parêt jî ragihand kû YA îstîkrara siyasî û ewlehiyê li Herêma Kûrdistan, İraq û deverê dixwaze û alîgirê hikûmetekî xûrt û çalak e li İraqê kû bikaribe dijî gendeliya darayî û kargêriyê têbikoşe. 
Parêt, got: “Em ji nêz ve û bi hûrgilî çavdêriya rewşa siyasî ya İraq û deverê dikin, bi taybetî pêvajoya gotûbêjên nêvbera aliyên siyasî yên İraqê bi armanca bilez gîhîştin bi rêkevtinekê gişt alî ji bo pêk anîna hikûmeta nû ya İraqê”. 
“Em dixwazin hikûmeta nû bibe hevîna xweşgûzeraniya gelên İraqê ji bo dawî anîn li bêkarî, naxxeşî û wan pirsgirêkan kû bandorê li İraqiyan dike”.
Pûknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî