YNK piştevaniyê li îstîkrar, yekrîzî û tebayiya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike
2022-01-30 00:40     104 Car hatiye dîtin      Şîrove
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li Selah Derwêş kir
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre, îro (29-01-2022), li Hewlêrê li navenda YNKê, pêşwazî li Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye (PDPK-S) Selah Derwêş kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin.
Salih Derwêş di axavta xwe de serinc kişand li ser rewşa siyasî û peywendiyên nêvbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û rewşa xerap ya aborî, xizmetguzarî, jiyan û debara civakê ku bandora xwe li ser bawerî û giyanê niştimanperweriya xelkê bajêrên Rojavayê Kurdistanê kiriye uu got: “Jiber vê jî hizrê li bicîhhiştina cîhên niştecîbûnên xwe dikin, pêleka mezin ya koçkirinê ber bi Awrûpa û welatên din destpê kiriye ku peywendiya wê bi nebûna derfetên kar û xerapiya debara jiyan û bêhêvitiya bi çareserkirina arîşeyan jî heye. Em, ji bo derbazkirina ve qonaxa pir ji pirsgirêkan, daxwaza hemahengî û hevkariyê ji we dikin”.
Seidî Ehmed Pîre di despêka axavta xwe de serkevtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi ser DAIŞê de li Heseke, giranbuha nirxand û got: “Hêvîdarim ev destpêkek nû be ji bo yekdengî û yekrîziya hêzên demokratîkxwaz yên li Sûriyê ji bo rûbirûbûna hemû eger û pêşkevtinên din ku metirsiyê li ser îstîkrara deverê durust bike”.
Seidî Ehmed Pîre, ligel giranbuha nirxandina xebata siyasî li Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku YNK bi giringiyek taybet bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û xebat û têkoşîna li wir dide û amadeyiya xwe nîşan da ku hemû hevkarî û piştevaniyekê ji bo serxistina proseya siyasî û rêveberiya navxweyî bidin.
Seidî Pîre, got: “Em, Rojavayê Kurdistanê bi beşek qutnebûyî ji Civaka Kurd dizanin. Jiber vê jî bi hemû awayekî, em piştevaniyê li îstîkrar û yekrîzî û tebayiya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin”.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir