Bafil Celal Talebanî pîrozbayî li Nûrî Malîkî dike
2022-01-16 00:02     99 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arşîv – Nûrî Malîkî û Bafil Celal Talebanî
Bafil Celal Talebanî, bi bûneya sazkirina hîjdehemîn kongreyê û hilbijartina wî bi sekreterê giştî yê Partiya Dawa a Îslamî, pîrozbahî li Nûrî Malîkî dike.
Teksta peyama pîrozbayiyê:
Birayê min yê rêzdar Sekreterê Giştî yê Partiya Dawa a Îslamî Nûrî Malîkî.
Bi bûneya sazkirina hîjdehemîn kongreya partiya we ya têkoşer û hilbijartina we bi emîndarê giştî yê Partiya Dawa a Îslamî, pîrozbayiyê li we dikim. Hêvîdarim, herdem ber bi pêşveçûn û geşbûnê ve bin. Em dilniyan, ev pêngav berpirsyariya mezin dixe stuyê cenabê we û partiya we ya têkoşeran ku dîrokekî wê ya geş heye di xebata dijî dîktator, zilm û zordariya rejîma jinav çûyî. Herwia, berpirsyariyekî din jî ji bo wê zêde dike di xurtkirina peywendiyê ligel tev hêz û aliyên xebatgerên qada siyasî ya İraqê ji bo berjewendiya gel û îstîkrara aştî, tebayî û birayetiyê li welêt.
Her bi vê bûneyê, em tekezî li ser dostayetî û peywendiya xurt ya nêvbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Partiya Dawa a Îslamî dikin ji bo pêk anîna armancên bala yên gelê Îraqê, parastin û domandina peywendiyên dostane û karê me yê bi hevreyî yê.
Dubare pîrozbayiyê li we dikim.
Brayê we
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir