Divê bilez parlemanto bicive û hikûmeta nû ya İraqê pêk bê

  2022-01-06 13:17      442 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî û Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz

Bafil Celal Talebanî, duhî (06-01-2022), li Dabaşan li Silêmanî, pêşwazî li Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz kir.
Di civînê de tekezî li ser giringiya lidarxistina yekemîn civîna Parlemantoya İraqê û pêk anîna hikûmeta nû ya İraqê hat kirin. 
Herdu aliyan, gotûbêj li ser pêşkevtinên siyasî, aborî, ewlehî û rewşa welêt kir û helwestên xwe bi zelalî anîn zimên. 
Tekezî li ser hewlên piralî ji bo sazkirina yekem civîna Parlemantoya İraqê û pêk anîna hikûmeta nû ya İraqê jî kirin ku bibe bersiva xwastên hemû aliyekî û bibe hevîna îstîkrara siyasî û aramiya zêdetir. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî