Lijneyekî hevbeş ya YNK û PDK diçe Bexdad ê
2021-12-22 16:24     417 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hewlên pêk anîna hikûmeta nû a İraqê xurt dibin
Lijneyek hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), dê serdana Bexdadê bike û ligel aliyên siyasî yên İraqê gotûbêjê li ser pêk anîna hikûmeta nû İraqê bike.
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre, ragihand; YNK û PDK wereqeyekê hevbeş ku helwestê herdu aliyan ji bo pêk anîna hikûmeta nû a İraqê li xwe digre amade dikin û di demek nêz de lijneyekî hevbeş dê serdana Bexdadê bike.
Seidî Ehmed, da zanîn ku balyozên Îran, Turkiye û welatên nêvdewletî ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêk anîna hikûmeta nû a İraqê de bû ye û di vê demê de serdanên welat û civînên aliyan dê zêdetir bibin.
Endamê Polîtburoya YNKê Îmad Ehmed jî aşkere kir ku YNK endamên xwe ji bo vê lijneyê destnîşan kiriye û çaverê PDKê dikin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir