Qubad Talebanî û Balyozê Tirkiyê rewşa dawî ya siyasî nirxand in
2021-12-21 19:47     179 Car hatiye dîtin      Şîrove
Balyozê Tirkiyê yê li İraqê Alî Riza Guney û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, îro (21-12-2021), li Hewlêre, pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Bexdadê Alî Riza Guney kir.
Di hevdîtinê de ku Serkonsolê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay jî amade bû, gotûbêj li ser pêşkevtinên vê dawiyê yên siyasî li İraqê û Rojhilata Navîn hat kirin.
Herdu aliyan bi giring zanîn ku gotûbêjên nêvbera aliyên siyasî yên İraqê ji bo pêk anîna hikûmetê, bi rêya diyaloga avaker bên kirin û hikûmeteka xizmetguzar ji bo hemû hemwelatiyên İraqê bê pêk anîn.
Gef û metirsiyên DAIŞê mijarekê din yê gotûbêjan bû ku herdu alî hevra bûn li ser wê yekê ku pêwîste planekî bihêztir bê dariştin, da ku çi derfetekê ji bo terorîstên DAIŞê nehêlin ku bikaribin derbaz bibin û îstîkrara ewlehiyê têk bidin.
Peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê jî bi hûrgilî hat nirxandin û tekezî li ser xurtkirina peywendiyên siyasî û aborî hat kirin.
Qubad Talebanî, daxwaz kir ku kompanyayên Tirkiyê rola xwe di pêvajoya avadankirinê de di xurtkirina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê de bi rêya zêdeter veberhênanê bigerînin. Ji bo vê armancê jî ragihand ku ewê piştgirî û karhesaniyê ji bo wan kompanyayan bikin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir