Divê operasyonên hevpar yên Hêza Pêşmerge a Kurdistanê û Artêşa İraqê berdewam bin

  2021-12-14 13:59      564 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hakan Karaçay û Şêx Cefer Şêx Mistefa

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa, îro (14-12-2021), li Hewlêrê, pêşwazî li Serkonsolê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay û wefda pê re kir. 
Di hevdîtinê de erîşên vê dawiyê yên DAIŞê bo ser bingeh û baregehên Hêza Pêşmerge a Kurdistanê û durustbûna ne îstîkrariyê ji bo şêniyên deverê hatin nirxand in bu taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. 
Şêx Cefer Şêx Mistefa, pirkirina valahiya ewlehiyê û berdewambûna operasyonên hevpar yên Hêza Pêşmerge a Kurdistan û Artêşa İraqê ji bo nehiştina terore giranbuha zanî.
Serkonsolê Tirkiyê Hakan Karaçay di axavta xwe de îstîkrar û ewlehiya İraqê ji bo îstîkrara ewlehiya Rojhilata Navîn giranbuha nirxand. 
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî