Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan bersiva tometên PDKê dide
2021-12-02 23:54     198 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arşîv
Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a İraqê, duhî (02-12-2021), bi daxuyaniyek nivîskî bersiva rexne û tomet bexşînên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) da.
Paş jidestdana 2 kursiyên Parlemantoya İraqê li Hewlêr û Nînowayê ku piştî giliyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Komisyona Hilbijartinan pêdçûn li ser kir û di encam de 2 kursiyên parlemantoyê yên YNKê zêde kir û PDKê jî du kursiyên parlemantoyê jidest da, PDKê dest bi nerazîtî û tometbarkirinê kir.
Li beramber vê rewşê, Komisyona Hilbijartinan bi danezanekê tometên PDKê red kir ku PDK dibêje; ‘bi neyasayî dema tomarkirina giliyê hatiye dirêjkirin” û ragihand ku dema tomarkirina giliyê nehatiye dirêjkirin; çunkî çi biryarek bi navê ‘dirêjkirina dema giliyê’ nîne. Herwiha, Serokkomar û Encumena Dadwerî ya İraqê bi çi awayekî dest di karûbarên komisyonê de wernedan e.
Di danezanê de Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê, tekezî li ser serbixweyiya xwe û hevrayiya temamê endamên xwe li ser biryaran dike ku nûnerên hemû rengên civaka İraqê li xwe digre û çi alî û kesek nerîna xwe ferz nake û bandora çi kesekî nîne di çi pile û postekî dewletê de be.
Di dawiya danezanê de Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan, cardin tekez dike ku Serokkomar û Serokê Encumena Dadwerî bi çi awayekî destwerdan nekirine, berovajî herdem dûr ji givaşê piştgirî li serbixweyiya karên komisyonê kirin e.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir