Arşîv
Hevpeymaniya Kurdistan ji bo bidestxistina mafê sê berbijêrên xwe giliyê tomar dike.
Derbarê vê mijarê de Endamê Polîtburoya Yêkitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hecî Heme, ragihand; Hevpeymaniya Kurdistan li Dadgeha Federal a İraqê giliyê tomar dike ji bo bidestxistina mafê sê berbijêrên hevpemaniyê li bazneyên yek ya Hewlêrê, li bazneyên sê û çar yên Nînowa yê.
Navên wan berbijêran jî evin:
1-Feysel Kerîm Xan Biradost li bazneya yek ya Hewlêrê.
2-Mecîd Ehmed Îsmaîl Mito li bazneya sê ya Nînowa yê.
3-Ezîz Ebdulezîz Kemal li bazneya çar ya Nînowa yê.
Eger ev berbijerên hanê biryara Dadgeha Federal werbigrin û ew maf ji bo wan bê vegerandin, vêca hejmara kursiyên Hevpeymaniya Kurdistanê li Parlemantoya İraqê dê bigihêje 22 kursiyan.
Hilbijartinên pêşdem yên Parlemantoya İraqê roja 10-10-2021 hat lidarxistin û Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê, encamên wê pêşkêş bi Dadgeha Federal a İraqê kiriye, da ku biryara dawî li ser bide û encamên dawî yên resmî bê ragihandin.
Puknow
MMS