Wezîra Karên Derve yê Siwêdê û Mela Bextiyar civiyan
2021-11-23 23:59     177 Car hatiye dîtin      Şîrove
Mela Bextiyar û An Lîndê
Wezîra Karên Dereve yê Siwêdê, duhî (24-11-2021), pêşwazî li Endamê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar kir.
Wezîra Karên Derve yê Siwêdê An Lîndê, dilxweşiya xwe nîşan da ku Mela Bextiyar ji pîlangeriya jehrxwerkirina rizgar bûye û hêvî xwest, carekî din tawanên bi vî cûrî dubare nebin.
Di hevdîtinê de rewşa İraqê bi taybetî ya paş hilbijartinên pêşdem, siyaseta partiyan, peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdadê, pirsgirêkên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, azadî û demokrasî li Herêma Kurdistan û İraqê jî hat nirxandin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir