Wezareta Pêşmerge bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da
2021-11-21 12:24     403 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arşîv – Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akar roja 18-01-2021ê serdana Herêma Kurdistanê kir
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar da ku gotibû; “ne li Tirkiyê û ne li derveyî Tirkiyê cîhek bi navê Kurdistanê nîne”.
Teksta daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:
Axavtên Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar derbarê înkarkirinê de cîhê matmayîbûnê ye. Ji bo me cîhê pirsyarê ye, kesek di pêgehekî resmî yê dewletê de rê bi xwe bide, rastiyekî dîrokî, demografî û cografî înkar bike ku di rastiyê de baweriya wî jî pê nîne.
Wî rêzdarî bi xwe jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye, gelo ji me rê nabejê, ew cîhê serdan kiriye kuye û navê wê çiye?
Eger, gumana vî rêzdarî ji hebûna cografiyaya Kurdistanê heye, bila awirekî bide belgename û dîroka Osmaniyan; vêca dê ji bo wî derkeve Kurdistan heye yan nîne. Hizra înkarkirina milletekî û cografiya wê, herdem bûye çavkaniya pirsgirêk û aloziyan û nagihêje çi armancekî.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê
Puknow
MMS
Babetên zêdetir