Mela Bextiyar armanca jehrxwerkirinê aşkere dike
2021-11-18 22:42     489 Car hatiye dîtin      Şîrove
Pîlangeriyên metirsîdar li pişt jehrxwerkirinê heye
Endamê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, îro (18-11-2021), li Silêmanî, pêşwazî li hejmarek dost, heval û wan mêvanan kir ku bi armanca pirsîna tenduristiyê serdana wî kirin.
Mela Bextiyar derbarê jehrxwerkirinê de rakgihand ku pîlangeriyên metirsîdar li piş jehrxwerkirina wî, Bafil Celal Talebanî û Hoste Hesen heye û got: “Tawanbaran sê kes hilbijart; yê yekem kurê mezin yê Mam Celal e, da ku bêjin em mîratgirê Mam Celal in. Hatin min jî hilbijartin, da ku bêjin di dîrokê de Mela Bextiyar hebû ku şarizayê dîroka raborî be û agahdarê nehêniyên wê be û xwedî helwest be, xwastin rêya jinavbirina min wê dîrokê kor bikin. Westa Hesen jî hilbijartin jiber wezîfeya wî ku nehêniyên vê deverê baş dizane”.
“Bi vî awayî her yek ji van kesan ji bo xwe hilbijartine, ji bo bigihêjin armancên xwe yên kirêt. Paş jinavçûna me, nexşeya xwe bi bê tirs cîbicî bikin. Raboriya vê jî heye, lê mixabin YNK û polîtburoya YNKê hest bi vê yekê nedikir”.
Mela Bextiyar di berdewamiya axavtina xwe de serincê mêvanan kişand li ser serkevtina faşizma Îtalya û faşîzma Almanya yê û wiha axivî: “Jiber ku rewşa aborî xerab bû, destê hêza Nazî û faşîstan di kaos û anarşistiyê de hebû. Dema kaos durust bû, bazar şêwa, Mûsolînî hêzekî cilreş anî û Roma dagîr kir. Hîtler jî bi navê dilsozî ji bo Neteweya Almanya, bazar wiha têk da di hilbijartinan de serkevt û dinya wêran kir. Ev faşîzm ji tiştê biçûk destpê dike. Di Dinyayê jî de bi opozîsyonî destpê kiriye”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir