Mela Bextiyar û Mesûd Barzanî peywendiya telefonî encam dan

  2021-11-16 16:32      259 Car hatiye dîtin        Şîrove
Mela Bextiyar û Mesûd Barzanî

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, roja Yekşemê (15-11-2021), di peywendiyekî telefonî de ligel Endamê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, peywendiyekî telefonî encam da. 
Mesûd Barzanî, rewşa tenduristiya Mela Bextiyar pirsî û dilxweşiya xwe beramber başbûna tenduristiya wî anî zimên.
Mela Bextiyar jî jiber peywendiya telefonî û pirsina rewşa tenduristiyê wî, spasî Mesûd Barzanî kir.
Herdu aliyan, tekez kirin ku ev tawanên jehrxwerkirinê, nabe bibe nerîtek di nêv partiyên siyasî de; çunkî di encam de li ser astê Dinyayê dê bibe hevîna deqekî ne ciwan li ser Kurd û Herêma Kurdistanê! Berovajî divê hemû aliyek xebatê ji bo rêgirtin li tawanên bi vî cûrî bikin û tawanbar bi tûndî bên cezakirin; wiha bibe ku carekî din çi kes û grupêk hizra wê tawanê nekin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî