Jinek DAIŞî ya Alman jiber bi tînîtiyê xeniqandina keçeka Êzdî bi 10 sal zindanîkirinê hat cezakirin

  2021-10-25 21:35      224 Car hatiye dîtin        Şîrove
Cara yekêye li Cîhanê dadgehêk li ser tawanên dij bi Êzdiyan cezayê bi ser DAIŞîyekê de sepand

Dadgeha Munîx ya Almanya, îro (25-10-2021), cezaya 10 sal zindanîkirinê bi ser jinekî DAIŞî ya Alman de sepand bi tometa rê daye ku keça Êzdî ya temen pênc (5) salî li İraqê jiber tînîtiyê liber çavê wê bixeniqê.
Jina Alman Cênîver Fînîş ya temen 30 salî, jibilî wê tawanê berê jî bi tometa pêkanîna tawanê ceng û kuştinê, hukmê heta hetayî ya zindanîkirinê bi ser de hatiye sepandin. Ev jî wek yekem biryara dadgehekê ye di derbarê tawanên DAIŞê yên dij bi êzdiyan, li Cîhanê tê hejmartin.
Di destpêka heyva Tebaxa 2014ê de çekdarên DAIŞê êriş biribûn ser Şengal û derdorê; bi hezaran hemwelatiyên sivîl yên Êzdî girtibûn; praniya wana kuştin, beşek ji wan yên jin û keç jî dîl girtin û wek kole kirîn û firoştin bi wan hat kirin. 
Tawanbar Cênîver Fînîş ku ji bajarê Lohin ya Eyaleta Seksonyaya Rojhilatê ye di dema darizandina xwe de ku ji Avrela (Nîsana) 2019ê ve destpê kiriye; li xwe mikur hat ku ji bo bigihêje “brayên xwe” çûye İraqê û beşdarî refên çekdarên DAIŞê kiriye. 
Di havîna 2015ê de Fînîş û hevjînê wê “Teha Cûmeylî ku ew jî li Dadgeha Frankfort bi tometa krîna ew keça Êzdî ya temen pênc salî û dayika wê bi armanca bi kolekirine tê darizandin. 
Ligor mikurhatinên tawanbaran û axavtên dayika keça Êzdî ku ew jî li Almanya li kampeka penaberan jiyanê biser dibe; Teha Cumeylî êşkênceyên cûrbicûr li keça Êzdî ya pênc salî dike û jiber ku bixwe de mîz kiriye li derveyî malê bi pacê vê li ber germaya havînê ku digehêje 50 dereceyan wê girê dide û wiha dike ku ji tînitiyê bixeniqe. Deya wê jî wek wek xizmetkar li malê digrin. 
Ligor Rojnameya “Zod Doçe Tisaytong”, Fînîş li dadgehê berevanî li xwe kiriye û nerazîbûna xwe jî dijî biryara dadgehê nîşan daye. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî