Heft partiyên siyasî piştevaniya xwe ji bo Hevpeymaniya Kurdistanê ragihand

  2021-10-06 15:15      509 Car hatiye dîtin        Şîrove
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û heft partiyên siyasî yên Kurdistanî civiyan

Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Peywendiyan yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Soran Cemal Tahîr, bi amadebûna Berpirsê Borda Peywendiyên Kurdistanî Salar Serhed, roja Sêşemê (05-10-2021), li Silêmanî li avahiya Polîtburoya YNKê, pêşwazî li sekreterên heft partiyên Kurdistanî kir.
Aliyên civînê, gotûbêj li ser giringiya pêşxistina peywendiyên nêvbera hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û rola Hevpeymaniya Kurdistanê kirin ku armanc jê; pêkanîna yekrîzî û gîhîştin bi armancên Gelê Kurdistanê, rêkxistin û yekgirtina  nêv mala Kurd e.
Derbarê kar û çalakiyên Hevpeymaniya Kurdistanê ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê (10-10-2021)  de Dr. Soran Cemal Tahîr, ragihand; gellek fakter hebûn û palner bûn ji bo pêkanîna Hevpeymaniya Kurdistanê. Hevpeymaniya Kurdistan ku ji aliyê du hêzên siyasî yên mezin li İraqê hatiyê pêk anîn, yek ji wan hevpeymaniyan e ku ji bo Herêma Kurdistan û İraqê giringiyekî xwe ya taybet heye. Û bibîr xist ku bingeha vê hevpeymaniyê ji aliyê Mam Celal û Newşîrwan Mistefa ve hatiye danîn.
Dr. Soran Cemal Tahîr, axavta xwe wiha domand: “İraq ji qonaxek hestiyar û demkî re derbas dibe û rastî gellek rêgirî û astengiyan dibe. Di vê çarçoveyê de Hevpeymaniya Kurdistan rolekî giring digerîne ji bo pêkanîna tebayî û yekrîzî û vegerandina baweriya di nêvbera gel û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê de. Herwiha ji bo beşdarîkirina dengderan di proseya dengdanê de rolekî bihêz digerîne ku berê xwe bidin sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin  bi berbajarên Hevpeymaniya Kurdistanê.
Di civînek rojnamevanî de 7 partiyên siyasî yên Kurdistanî piştevaniya xwe ji bo Hevpeymaniya Kurdistanê ragihand ku ji Partiya Pêşkevtinxwaz a Demokrat, Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistan, Partiya Neteweyî a Kurdistan, Partiya Balê Çaksazî yê Sosyalîst, Partiya Kesk a Kurdistan, Partiya Rizgariya Kurdistan û Tevgera Aştî Xwazan pêk hatibû. 
Sekreterên her heft partiyên Kurdistanî di daxuyaniya hevbeş de piştevaniya xwe ji bo Hevpeymaniya Kurdistanê ragihandin.
Partiyên Kurdistanî, bang li hemwelatiyan jî kirin ku roja dengdanê berê xwe bidin sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin berbijarên Hevpeymaniya Kurdistanê, ji bo xurtbûna pêgeha Kurd li Bexdadê, çareserkirina pirsgirêkên hilwesî mayî yên ligel hikûmeta federal ya İraqê û parastina destkevtên Herêma Kurdistanê.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî