Mam Celal tomara xebata gelêk û serpêhatiya devereke berferehe, zêdetir ji nîv sedsal xebat û têkoşîn e

  2021-10-04 01:09      430 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Salih

Îro (03-10-2021), merasîma bîranîna çaremîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal, bi serpereştî û amadebûna; Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Salih, Serokê Parlamentoya İraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Encumena Bilind ya Dadwerî Fayeq Zêdan, Serokê Rewta Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm, Wezîrê Derve yê İraqê  Fûad Hisên û hejmarek ji serkirde û berpirsên İraq û parlementar û balyoz û nûnerên welatan birêve çû. 
Serokkomar Berhem Salih di marasîmê de wiha axivî:
“Îro, em hemu li vir ji bo bi bîranîna rêber, mamoste û mamê me ye mezin Mam Celal civiyan e. Zehmete bi gotarek, nivsînek, heta bi pirtûkekê, em bikaribin behsa jiyan, serpêhatî û rola Mam Celal bikin. Ji bo her yekî ji me, Mam Celal taybetmendiya xwe heye; Mam Celal tomara xebata gelêk û serpêhatiya deverek berfirehe, zêdetir ji nîv sedsalê xebat û têkoşîn e”.
“Ez hêvîdarim, faydebîn bin ji ezmuna siyasî ya Mam Celal, ji têkoşîn û xebata destegula xweşik ya Mam Celal ku bihevrejiyan, bihevre rakirina pêkhateyan û nerînên cûda çavkaniya hêza me ya hemu aliyekî ye”.
Di merasîmê de Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî bi reya vîdyo konferansê, Serokee Parlementoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Rewta Hîkme a Niştimanî Emar Hekîm û Sekreterê Lijneya Navend ya Partiya Kominîst a İraqê Raîd Fehmî jî gotarên xwe pêşkêş kirin.
Di axavtên xwe de rol, pêgeh û jîriya Mam Celal di xebat û têkoşîna j bo azadî, serbilindî û serfiraziyê, tenê ne ji bo Gelê Kurd ji bo Gelê İraqê jî giranbuha nirxandin.
Axaftvanan, rola hekîmane ya Serok Mam Celal di warê lihevnêzîkkirina nerînên cûda de di nêvbera hemû netewe, hêz û aliyên siyasî de li ser esasê parastina mafên rewa yên Gelê İraqê bi bê cîhêkariyê jî bi hêja wesif kirin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî