Hevpeymaniya Kurdistan: Em bihevre bihêztir in, çunkî hêza me di tebayî û bihevreyîyê de ye

  2021-09-09 05:50      781 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevpeymaniya Kurdistanji bo Kurdistanê hêz e, hêz e ji bo İraqiyên demokrasîxwaz jî

Hevpeymaniya Kurdistan ku ji aliyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran ve ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê (10-10-2021) hatiye pêk anîn, peyamek ji bo raya giştî weşand. 

Peyama Hevpeymaniya Kurdistan:

Em bihevre bihêztir in, çunkî hêza me di tebayî û bihevreyîyê de ye
Em bihevre xurtir in, em dikarin dest di nêv destê lawan, keçan, kuran û têkaşerên welêt, yekîtiya rîzên gelê xwe biqewettir bikin, ber bi guherînên mezin û berfireh li weletê xwe.
*Hevpeymaniya Kurdistan navnîşan û amrazê vê bihevre karkirina me ye. Emê bi vê hevpeymaniyê biçin Bexdadê, daku berevaniyê li mafên destûrî yên netewa xwe, heqên darayî yên Kurdistanê bi miaş û budceyê jî bikin.
Piştgirêdan bi îradeya gelê xwe, bê westan û dûr ji muzayedeyê, emê danûstanên maratonî bikin. Emê li parlamentoyê, li hikûmetê û li korîdorên siyasetê Bexdadê jî bi serbilindî, rijdiyê li ser mafên xwe bikin. 
*Em bihevre bihêztirin, çunkî hêj destkevtên me cîhgir nebûn e. Hêj qewareya Herêma Kurdistanê di jêr metirsiyê de ye. Hêj karîna hêza serbazî ya Pêşmerge wek beşek ji menzûmeya berevaniya İraqê nehatiya cîgirkirin. Hêj demokrasî û firehî, bihevrejiyan, dadperwerî û îstîkrar li seranserê İraqê, pêwîstî bi bihevreyiya me heye.
*Ev hevpeymanî ji bo Kurdistanê hêz e, hêz e ji bo İraqiyên demokrasîxwaz jî ku welatekî demokratîk, welatekî bê tayfegerî u şovênî, bê cûdahiya cênderî û cûdakarî ji mafên hemwelatîbunê dixwazin. Daxwaza bijardeya jiyanekî baştir û daxwza hikumraniyekî hêjatir heye. 
*Ev hevpeymanî, enerjî û wêrekî ye ji bo siberoja gencên Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên nakokbar jî di nêv de; daku Bexdad û Besre ku ji bo jiyan û xizmetguzariyên baştir, ji bo damezrandin û derfetê karê şerafetmendane, çendîn peyamên wan yên nerazîtiyê hebûn û heye.
*Em bihevre bihêztir in, heta di vê rawestgeha nû de ruhê Serok Mam Celal û ruhê rewanşad Newşîrwan Mistefa asûde bin; wext wê be, karwanê rêkevtina Dabaşanê bi vê hevpeymaniyê jî dê dengan ji bo dengê bilind yê milletê me kom bike.
*Hevpeymaniya Kurdistan ji vir destpê dike; ji bo bidestxistina zêdetir kursiyan li Parlamentoya İraqê, ji bo wan armancên li serê; di dawiyê de dê bi sîvana civîner û navenda palderiyê ji bo kesên ku baweriya wan bi van giranbuhayan heye ji bo Kurdistanê bi tev regez û tebaqeyên xwe ve, ji bo seranserê İraqê bi hemû pêkhat û baweriyên wê ve, pêwîst û bi kelk in. 
*Bi dengê we û bi îradeya we, em bi hevre xurt in û emê bi du destan parêzerê Kurdistanê bin.
Puknow
Metîn Mihemed  

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî