Serokê Eşîra Herkî bang li eşîra xwe dike ku dengê xwe bidin Hevpeymaniya Kurdistanê
2021-08-11 00:03     265 Car hatiye dîtin      Şîrove
Eşîra Herkî di hilbijartinên Parlementoya İraqê de piştgiriyê didin Hevpeymaniya Kurdistan
Serokê Hoza Herkî Cewher Mihyedîn Axa Herkî bi rêya weşandina peyameke nivîskî, bang li Eşîra Herkî û hozên dost û nêzîkî xwe dike ku di hilbijartinên Parlementoya İraqê de pişgiriyê bidin Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan ku ji aliyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran ve hatiye pêk anîn.
Teksta peyamê:
Peyamek ji Serokê Eşîra Herkî Cewher Mihyedîn Axa Herkî ve!
Komelên xelkê Kurdistanê!
Xweşdiviyên me yên ji Eşîra Herkî û dilovanên me yên ji hozên dost û nêzîk!
Ligel slav û rêzên bê sînor ji bo we hemûyan; bi pêwîst û giring dizanim ku daxwaz ji wê rêzdaran bikim; bi bandor beşdarî hilbijartinên Parlementoya İraqê (10-10-2021) bibin û dengê xwe bidin bi LÎSTA HEVPEYMANİYA KURDİSTANê ku ji aliyê rêzdar Qubad Talebanî ve serokatiya wê têkirin.
Ev hilbijartin dîrokiye û em dikarin pêgeha gelê xwe li İraqê biçespînin û mafên mê yên pêknehatine bidestbixin. Tekane rê jî baweriye bi LÎSTA HEVPEYMANİYA KURDİSTAN ku bi hevpeymaniya YNK û Tevgera Goran pêk hatiye. Lewra, erkek pîroz ya mirovî, neteweyî û olî ye ku em bihevre kar ji bo serxistina netewa xwe bikin û bi dengekî bihêz û zêde Hevpeymaniya Kurdistanê bigihînin serkevtin ê.
Em, xelkê berxwedêr û têkoşer yê devera Behdînan û dilovanên me yên li sînorên herdu parêzgehên Musil û Hewlêrê dilniya dikin ku YNK wek herdem, dê parêzvanê tebayî û yekrîziya netew, ol û mezhebên cûda cûda yên Kurdistan û İraqê be.
Baweriya me ya temam bi kar û programa heval û birayê me Bafil Talebanî heye; jiber vê jî bi coş û bi moral berê xwe bidin sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin bi berbijêrên Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê.
Emê herdem bi we re bin û hûn jî wîjdanê xwe asûde bigrin û bi Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê re bin.
Serokê Eşîra Herkî
Cewher Mihyedîn Axa Herkî
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir