Hevkariya leşkerî û mirovî ya Îtalya jib o Herêma Kurdistanê dê berdewam be

  2019-02-07 12:14      405 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peywendiyên Herêma Kurdistan û Îtalya hatin nirxandin

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, îro (07-01-2019) li Hewlêrê, bi Serokwezîrê Îtalyayê Cosêpê Kontê re civiyan.
Di civînê de Serokwezîrê Îtalyayê dilxweşiya xwe bi serdana xwe ya ji bo Hewlêrê nîşan da û jîriya Pêşmerge di şerê dijî terorê û bi bê cûdahî parastina pêkhateyan û hewandina jimareyek zêde penaberan û parastina aştiya nêvbera pêkhateyan de giranbuha nirxand. 
Serokwezîrê Îtalyayê, ragihand ku hevkariya leşkerî û mirovî ya Îtalya jib o Herêma Kurdistanê dê berdewam be. 
Herwiha, teqezî li ser xurtkirina peywendiyên nêvbera Îtalya û Herêma Kurdistanê kir .
Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr jî bal kişandin li ser girîngiya xurtkirina peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistan û Îtalyayê; berdewamiya piştevaniya di demên nexweş de di warên leşkerî, mirovî û çandî de giranbuha zanîn.
Herwiha, bal kişandin li ser peywendiyên nêvbera Hewlêr – Bexdadê ku bi rêya diyalog û danûstanê karîne beşek ji pirsgirêkan çareser bikin.
Puknow
Metîn Mihemed 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî